Xalid Şilî di sala 1943an de li gundê Şilî ser bi nahyeya Amêdiyê ji dayik bûye, sala 1962an peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê di sala 1975an de hatiye veguhastin bo kampa Zêwê li Rojhilatê Kurdistanê, berpirsiyarê çavdêriya awareyên komelgeha Zêwê bûye, piştre hatiye veguhastin bo parêzgeha Ehwaz û bajarê Şûşter, sala 1991ê di dema raperîna cemawerî ya Kurdistanê de ligel Serok Mesûd Barzanî hatiye bajarokê Diyana, beşdarî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê kiriye, piştre li parêzgeha Dihokê niştecî bûye. Sala 1998an hatiye kirin bi endamê Dezgeha Eylûlê, sala 2004an bûye berpirsiyarê Dezgeha Eylûlê li Akrê û sala 2013an malinşîn hatiye kirin.
di sala 1962an de serbazê Îraqê bûye dema peywendî kiriye bi Şoreşa Eylûlê û li Berwarî Jêrî û li cem Fermandey Mehmûd Axa yê Çemankê bûye Pêşmerge, di heman salê de û piştî derxistina artêşa Îraqê û caşên wê ji devera Badînan, Barzanî ew hêzên Badînan di sê hêzan de rêkxist û berpirsiyariya deverê bi Es'ed Xoşewî spart, Îsa Siwar û Elî Xelîl û Heso Mîrxan kirin fermandeyên wan sê hêzan. Xalid Şilî hat kirin bi serqol di hêza Akrê û Şêxan de ku Heso Mîrxan fermandeyê wê bû. Sala 1973an hat kirin bi serpel di batalyona yekê ya hêza Şêxan de ku Îsmaîl Mûsa fermandeyê batalyonê bûye, sala 1974an hatiye kirin bi fermandeyê batalyona hêza berevaniya milî li rojhilatê bajarê Mûsilê.
sala 1979an bi raspardeya Îdrîs Barzanî vegeriyaye bo kampa Zêwê, di heman salê de û piştî Kongreya 9 a Partiyê, ligel Doktor Cercîs Hesen naskirî bi (Doktor Cercîs Xinsî) û 25 Pêşmergeyên din vegeriyaye bo Laqê yek li Komatê li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê, sala 1980an hatiye kirin bi endamê lijneya navçeya Şêxan û berpirsiyarê rêkxistina Şehîd Fazil Şilî li navçeya Şêxan û wek mefrezeya gerok destê xwe li dijmin weşandine û çendîn çalakiyên partîzaniyên encam dane. Di sala 1981ê de vegeriyaye bo Zêwê, sala 1987an ligel Serok Mesûd Barzanî û beşek ji endamên Mekteba Siyasî hatiye bo Laqê yek li navçeya Nêrwe û Dûtaza, sala 1988an vegeriyaye bo Zêwê, di heman salê de çûye navçeya Xwakurkê bo beşdarîkirin di Dastana Xwakurkê û di şerên Serê Korawa û Qebirê Zahir de beşdarî kiriye û piştî bidawîhatina vî şerî vegeriyaye bo kampa Zêwê ya Rojhilatê Kurdistanê.
sala 1991ê di serûbendê raperîna cemawerî ya Kurdistanê de ligel Serok Mesûd Barzanî hatiye bajarokê Diyana, piştre şandine devera Rêkan û bi fermandetiya hêzeke 50 kesî çûye Zaxo, di sala 1992an de hatiye kirin bi fermandeyê batalyona hevbeş a di navbera Partî û Yekîtî de li Şêxan, di meha Eylûla heman salê de berpirsiyarê serbazî bûye li leşkerê pêncê yê Şêxan, sala 1998an hatiye kirin bi endamê Dezgeha Eylûlê.
Xalid Şilî di jiyana pêşmergatiyê de di çendîn şeran de beşdar bûye û di sala 1981ê de di şerê Konelacan û Derbend li Ûrmiyê li Rojhilatê Kurdistanê birîndar bûye. Hazimê birayê wî di şerê Xwakurkê (19ê Tîrmehê - 5ê Eylûla 1988an) Şehîd bûne, sala 2014an di destpêka şerê DAIŞê (2ê Tebaxa 2014an - 17ê Çiriya Pêşîn a 2016an) Cemîlê birayê wî Şehîd bûne.
di 16ê Tebaxa 1996an di Yûbîla Zêrîn a Partiyê de ji ber wan xizmetên pêşkêşî Kurd û Kurdistan û rêbaza Barzanî kiriye, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî Medalyaya Barzanî pê hatiye bexşîn, sala 2004an berpirsiyarê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye, di sala 2013an malinşîn hatiye kirin, di 30ê Eylûla 2025an koça dawî kiriye.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





