Şehîd Yasîn Se'îd Ebdulrehman Se'îd, sala 1950 li gundê Casene yê ser bi nahyeya Sûrdaş a qezaya Dûkan a parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî cotyarî û ajaldariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye. Selît bûye.
Sala 1969 peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li Leqa çar bi fermandariya Siware Fettah ser bi hêza Rizgariya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge.
Di 11ê Eylûla 1969an de Yasîn Se'îd û hevsengerên wî êrîş kirine ji bo girtina rebaya Girê Casene, ku serbazên Artêşa Iraqê û caşên kolwanesûrên tê de bûn, di encamê de Yasîn Se'îd bi fîşekên kolwanesûran Şehîd bûne.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





