Îsmaîl Kemal Hemed Ebdullah, di sala 1955an de li gundê Werê ser bi nahiyeya Bêtwatê ya qezaya Ranyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, asta wî ya xwendewariyê seretayî bûye, hevjîna Îsmaîl Kemal navê wê Kazîwe Osman e û kurên wî navên wan Serkewt û Nebez û keçên wî navên wan Awat û Mehabat e.
XebatnameÎsmaîl Kemal di sala 1974an de bûye Pêşmerge li leqa çar bi fermandariya Îsmaîl Kemal naskirî bi Kemal Begê Werê ser bi batalyona Makok bi fermandariya Xelîl Îsmaîl Sîto ser bi hêza Bêtwatê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, beşdarî şerên Hîzop, Makok, Kepkî Xanzad, Çiyayê Zertk û şerê Şekrok bûye, piştî sê mehan ji Pêşmergebûnê pileya serdesteyî wergirtiye, di dawiya sala 1974an de li Kepkî Xanzad di rûbirûbûna li gel serbaz û caşên rêjîmê de bi giranî birîndar bûye û ji bo çareseriyê şandine welatê Îranê û heyama pênc mehan li nexweşxaneya bajarê Tehranê maye, di sala 1980an de careke din bûye Pêşmerge li hêza Werê bi fermandariya Keyfî Begê Werê ser bi leqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, pileya amirê mefrezeyê wergirtiye.
Di sala 1982an de hêza Werê bi hevbendî li gel batalyona Dola Xelekan bi fermandariya Gulebax ji bo gerreke meydanî ya deşta Koyê derketine, li baregeha gundê Zînê tenê Îsmaîl Kemal û du hevsengerên wî dimînin, lewra celaliyen melbenda sê ev yek bi derfet zanîne û di saet şeşê êvara roja 1ê Kanûna Yekem a 1982an de êrîşî baregehê dikin, Îsmaîl Kemal û du hevsengerên wî rûbirûyê hêzeke zêde ya celaliyan bûne û berevanî kirine heta hêza piştgiriyê ya leqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li gundê Xetê gihîştine wan, lê di dawiya rûbirûbûnê de fîşek bi serê Îsmaîl Kemal ketiye û Şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





