Havîna 1963an demsalek germ û xwînawî bû, rewşeke dijwar û giran li ser Kurdistanê derbas dibû. Hikûmeta Iraqê hemû hêzên xwe xistin şerê li dijî Kurd, ji ber ku wek şerê çarenûssaz didît û hêvî dikir ku şoreşê ji holê rake û gelê Kurd qelaço bike, ya ku dimîne jî bike bindest û serî tewandî. Hikûmetê ji bo pêkanîna wê planê dest bi êrîş û êrîşên hovane bi hemû hêz û şiyana xwe ya artêşa bejayî û asmanî kir ser Kurdistanê, şil û hişk bi hev re dişewitand, herwiha dest bi bordûmana gund û bajarokan kir û berhemên çandinî û daristanên xwezayî şewitandin û dorpêça aborî sepand, hovtirîn artêş şand nav bajar û bajarokan ji bo îşkencekirin û tirsandina bi kom.
Ev kiryar li ser destê rejîma Beis bi serokatiya Ebdulselam Arif hatin kirin, ku bi rêya derbeyê di 8ê sibata 1963an de desthilatdariya Iraqê girt destê xwe, bi vê yekê qonaxeke nû di dîroka Iraqê de dest pê kir. Her çend di destpêka desthilatdariya xwe de cureyek ji gotûbêj û danûstandinan bi serkirdatiya şoreşê re ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dest pê kiribû, lê gotûbêjan zêdetirî çar mehan nexayand, di 10ê hezîrana 1963an de êrîş û êrîşên li dijî navçeyên şoreşê dest pê kirin.
Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê jî ji bo bersivdana êrîşan û berevanîkirinê her tim di amadebaşiyê de bû, carinan jî di bersiva êrîşên artêşê de çalakiyên curbecur pêk dianî. Yek ji wan çalakiyên hêza Pêşmergeyên Qeredaxê, şerê pira Çemê Derdewîne ya li ser rêya giştî ya di navbera Meydan û Derbendîxanê de bû di 15ê tîrmeha 1963an de, dema ku nûçeya derbasbûna karwanekî Artêşa Iraqê bi rêya (Celewla – Derbendîxan) ber bi Bexdayê ve gihîşt wan, biryar dan ku rêya jêrîn a Derbendîxanê li wî karwanê artêşê bigirin û çalakiyeke Pêşmergane pêk bînin, nexşeya şerê xwe bi vî awayî danîn:
-
Hêzeke Pêşmerge bi fermandariya Mihemed Hacî Welî Kelarî ji bo girtina bilindahiyên çiyayê Qetreyê hat erkdarkirin da ku nehêlin Artêşa Iraqê ji serbazgeha Meydanê ve pişta wan bigire.
-
Desteyeke Pêşmerge erkê girtina çiyayê li pişt gundê Banî Xêlanê wergirt da ku ew jî nehêlin artêş ji serbazgeha Derbendîxanê ve pêşve biçe û bilindahiyên Gulanê bigire.
-
Desteyeke din jî li jêrê gundê Banî Xêlanê di amadebaşiyê de bûn.
-
Hêza din jî bi fermandariya Ezîz Qazî li nêzî pira Çemê Derdewîne ya li ser rêya giştî bi cih bûn û li benda hatina karwanê artêşê man.
Çend senger jî li bilindahiyên nêzî rêya giştî hebûn, di wan deman de ku karwanê artêşê pê re derbas dibû, komek çekdarên kirêgirtî (caş) dişandin wan sengeran ji bo parastina rêya giştî, ew jî di bin çavdêriya Pêşmerge de bûn.
Demjimêr 9ê sibehê ya 15ê tîrmeha 1963an karwanê Artêşa Iraqê gihîşt ser pirê, Pêşmergeyan di destpêkê de gule li çekdarên kirêgirtî (caş) reşandin û 3 çekdarên wan kuştin, yên din senger vala kirin, reviyan û laşên kuştiyên xwe li pey xwe hiştin. Serbazên artêşê dest bi êrîşê kirin da ku sengeran ji nû ve bigirin, di wê navberê de şerekî germ dest pê kir, serbazan nekarîn sengeran bigirin, lê çend serbazên wan hatin kuştin. Hêzeke artêş û kirêgirtiyan êrîş birin ser bilindahiyên pişt Qetreyê, li wir jî Pêşmergeyan li wan da û di demek kurt de ew têk birin, 3 çekdarên kirêgirtî (caş) li wê derê hatin kuştin û laşên wan li meydana şer man. Hêzeke din a serbazî ya Iraqê ji serbazgeha Derbendîxanê ve ji bo alîkariya karwanê serbazî êrîş birin ser çiyayê Gulanê, ketin kemîna Pêşmergeyan, çend serbazên wan hatin kuştin û vegeriyan serbazgeha xwe.
Şer heta demjimêr 5ê êvarê berdewam kir, her du serbazgehên Meydan û Derbendîxanê û çekdarên kirêgirtî yên eşîra Newrolî di şer de beşdar bûn. Wê rojê karwanê Artêşa Iraqê nekarî derbas bibe û vegeriya serbazgehê, lê roja din karîn derbas bibin. Li gorî zanyariyên ku gihîştibûn destê Pêşmergeyan di wî şerî de, ziyanên hêzên hikûmetê ji kuştina 40 serbazan, du efseran û 6 çekdarên kirêgirtî (caş) pêk dihat, ji aliyê hêza şoreşê ve tenê Pêşmergeyek bi sivikî birîndar bû.
Çavkanî:
1- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî Kurd, bergê sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapa yekem – Hewlêr, 2004.
2- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Eylûlê, avakirin û hilweşandin 1961-1975, çapa çarem, 2021.
3- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane li dîroka Şoreşa Eylûlê, çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, çapa yekem, Hewlêr- 2007.
4- Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şoreşa Eylûlê, çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, çapa yekem, Hewlêr – 2012.
5- Xoşewî Elî Kanyelincî, Bîranînên Ezîz Qazî Sûrçî, çapxaneya Danişfer, çapa yekem, Hewlêr – 2023.





