Wezareta Berevaniyê ya Iraqê di bihara 1966an de plana êrîşeke berfireh bo ser Kurdistanê danîbû ku dixwest di 15ê nîsanê de cîbicî bike, wek çawa sala borî li navçeyên cuda yên Kurdistanê hemleyeke berfireh a êrîşkarî encam dabûn û desteserî çend cihên kiribûn, lê hêza Pêşmerge li Zaxo bi fermandeyiya Îsa Siwar û Remezan Îsa bîra xwe li çalakiyeke partizanî anîn, ji bo ku hêzên hikûmetê wisa fêm nekin ku Pêşmerge di şiyanê de nîne bergiriyê li hember êrîşan bike, ne tenê di rewşa bergiriyê de ne, belkî dikarin çalakiyên partizanî jî di nav kûrahiya hêza hikûmetê de encam bidin, ji bo vê yekê plana êrîşekê danîn li sînorê bajarê Zaxo, li baniyê milê Nêrgiz ku cihê girîng ê hatûçûna serbazî bû.
Ji bo encamdana vê dastanê nêzî 400 Pêşmerge xwe amade kirin bi çek û tefaqên şerî, di meha adara 1966an de dest bi tevgerê kirin ji bo birîna meodayeke dûr û dirêj û nêzîkbûna li cihê mebest, di rêçika xwe de ku rêya giştî ya di navbera Zaxo û Hesen Awa dibirîn bi şev bi nav rebayên Artêşa Iraqê re derbas bûn heta gihîştin nêzîkî wî cihê ku xwestin çalakiyê lê encam bidin, dema roj bû Pêşmergeyan xwe li cihê nexuya veşartin heta dema êvarê, paşê xwe li molge û rebayên serbazî yên hikûmetê nêzîk kirin li milê Nêrgizê.
Hêza Pêşmerge bi planeke tûkme dest bi amadekarîya êrîşkirina ser baregeha artêşê kirin, topên xwe bi arasteya baregehê danîn û serê êvarê şer dest pê kir, destpêka êrîşê bi topa 120 mm hemû rebayên serbazî topbaran kirin ligel baregehê, piştî topbaranê hêza Pêşmerge êrîş bo ser binke û rebaye û sengerên Artêşa Iraqê dest pê kir, wisa diyar e hêzên Artêşa Iraqê bergiriyeke lawaz nîşan dan lewma senger li pey senger ketin destê Pêşmerge heta bi temamî desteserî baregehê hat kirin.
Di wê çalakiya partizanî de baregeha seriyeke Artêşa Iraqê bi hemû kelûpelên xwe ve ket destê Pêşmerge ligel du fewcên çekdarên kirêgirtî (caşên ereb) bi temamî ji nav çûn, ziyanên canî û madî yên hêzên hikûmetê bi cureyekî zêde bûn wek li jêr hatiye nîşandan:
1- Desteserîkirina baregeha milê Nêrgizê bi temamî.
2- Ji navçûna seriyeke serbazî û du fewcên caşên ereb.
3- Kuştina nêzî 100 serbaz û caşên ereb.
4- Dîlgirtina 86 serbaz û caşan ku hatin veguhastin navçeyên azadkirî.
Destkeft:
1- Desteserîkirina 70 perçe çekên curbicur.
2- Desteserîkirina teqemeniyeke zêde û kelûpelên serbazî.
Ewê cihê amajepêdanê ye di vê dastanê de di hêzên Pêşmerge de tenê yek birîndar hebû.
Piştî bidawîhatina şer û encamdana çalakiya partizanî bi serkeftî, hêza Pêşmerge bê ziyan vegeriyan binke û baregehên xwe, herçend hikûmetê li çendîn cihan bi hêza zêde ve bose bo wan danîbû bi wê niyeta tola xwe vekin, lê Pêşmerge amadekariya temam kiribûn şarezayiya baş li temamê navçeyê hebû ku nûçe digihîşt wan rêya vegerê diguherîn û bi rêyeke din derbas dibûn.
Dastana Nêrgiz Serkeftineke awarte ya Pêşmerge bû di heman demê de destkefteke mezin a şoreşê bû li ser artêşa hikûmetê, di aliyekî din de roleke karîger hebû di berzkirinê ya moralê Pêşmerge, herwiha hikûmetê jê re derket ku hêza Pêşmerge her demê mebesta wê be destê wê digihîje hemû cihî li nêzîk û dûr bo encamdana çalakiyên Pêşmergane.
Şayê behsê ye ev serkeftin û serkeftinên din ên Pêşmerge li ser Artêşa Iraqê li navçeyên cuda, wisa kir hikûmet bê bin barê wê ku guh li daxwazên Kurd bigire û gera din a gotûbêjan dest pê bike.
Çavkanî:1- Arî Kerîm, Çend lapereyên zindî di Şoreşa Eylûlê de, Çapxaneya Xebat, Dihok 1999.
2- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, Ç: yekem 2004.
3- Hawkar Kerîm Heme Şerîf: Şoreşa Eylûlê, Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, çapa yekem, Hewlêr, 2012.
4- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Eylûlê binyadnan û heltekandin 1961- 1975, çapa çarem, 2021.





