Ebdulrehman Resûl Hacî Xelîl naskirî bi Ebû Şivan, sala 1945an li bajarê Zaxo ya ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, di destpêka sala 1970yî de peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1972an ku hêza Şingalê hate damezrandin, peywendî bi wê hêzê kiriye ku Mela Husên Marênî fermandeyê hêz bûye, sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê çûye gundê Bankê û li gel komek Pêşmergeyên din biryar dane ku azad bin di çûna wan bo welatê Îranê yan manê, lewra Ebdulrehman Resûl Hacî Xelîl li gundê Bankê li sînorê parêzgeha Dihokê maye.
Sala 1982an, piştî ku ji aliyê lijneya navçeya Dihokê ve rêxistina serbazî ya Rencberan hate damezrandin, Ebdulrehman Resûl Hacî Xelîl hate veguhestin bo wê rêxistinê ku Elî Qado cîgirê wî bû û hate kirin amirê mefrezeya Şehîd Dilovan, ew mefreze li deverê mefrezeyeke gerok bûye û ziyaneke zêde gihandine dijmin.
Di 30ê Mijdara 1983an de Ebdulrehman Resûl Hacî Xelîl li gel 13 Pêşmergeyên din ku ji bo erka serbazî diçûn nava bajarê Dihokê û li gel hunermend Hesen Elî Xencer û Rêber Teha Mehmûd Berwarî ji aliyê rêjîma Beis ve hatin girtin û piştî şeş mehan mayîna wan di girtîgehê de, biryara zîndana hetahetayî bi ser wan de sepandin û şandin zîndana Ebûẍrêb, lê piştî pênc (5) salan mayîna wan di zîndanê de û piştî şalaweya bednav a Enfalê û kîmyabarankirina navçeya Badînan di 14ê Îlona 1988an de hatin azadkirin, piştî azadkirina wan ji zîndanê li gel Mihemed Elî Exmîr, Yûsif Mihemed Exmîr û Star Xalid bo heyama 7 mehan dibin Pêşmerge, di sala 1991ê de roleke berçav hebûye di rizgarikirina bajarê Akrê û piştre hate kirin berpirsiyarê lijneya emnî ya Zaxo û endamê Bereya Kurdistanê.
Sala 1992an hate kirin fermandeyê Hêza Berxwedan û piştre erka cîgirê lijneya serbazî jê re hate dayîn, di sala 1997an de hate kirin fermandeyê Hêza Partîzanî li Zaxo û Sêmêl li sînorê parêzgeha Dihokê, Ebdulrehman Resûl Hacî Xelîl di jiyana Pêşmergatiyê de 6 caran birîndar bûye û niha kêmendam e û lingê wî yê rastê hatiye jêkirin, di Kongreya Sêzdahêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê sala 2010an de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî medalyaya Barzanî jê re hate bexşîn, pileya lîwayê heye û endamê desteya bilind a zîndaniyên siyasî yên Kurdistanê ye.
Çavkanî:1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





