Hacî Remezan Mihemed Elî nasraw bi (Hecî Xençer), sala 1952 li gundê Şikeftê ser bi qezaya Amêdiyê ji dayik bûye, Mihemed Elî bapîrê wî ligel leşkerê Şehîd Şêx Ebdulselam, beşdarî şoreş û raperînên wê demê li dijî dagirkeran bûye û Şehîd bûne, sala 1965 û di temenê zarokatiyê de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê dike ligel hêza Hiso Jajukî heta sala 1967 û di wê salê de hatiye veguhestin bo hêza Şêxan ligel Ehmed Mîrxan Axa, sala 1969 beşdarî şerê Elêlê dike, di wî şerî de birîndar bûye, sala 1972 dibe cîgirê amîr fesîl di hêza Şêxan de, sala 1974 beşdarî şerê Geroyê Umer Axa dike, sala 1975 û piştî neskoya Şoreşa Eylûlê koçberî welatê Tirkiyeyê bûye, sala 1976 peywendî bi serkirdatiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike û diçe cem Selîmê Qiyade (Cewher Namîq Salm) û Kerîm Şingalî û dibe berpirsiyarê şaneya sereke di nava Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê, di heman salê de beşdarî şerê Baxêrê dike û di wî şerî de bi sivikî birîndar dibe, yek ji wan Pêşmergeyan e ku beşdarî şerê mayîna Partiyê li Hekarî û Geliyê Bazê û şerên din ên sala 1978 dike û di şerê Geliyê Bazê li Hekarî birîndar bûye.
Sala 1979 koçberî welatê Îranê dibe û di hêza Ebdullah Qado Mihemed Zêbarî de pileya amîr seriye jê re hatiye dayîn ku wê demê erka parastina mekteba siyasî û serok Mesûd Barzanî li ser milê wî bû, di 19ê meha sermawezê ya 1980 beşdarî şerê yekem ê Hacî Umran dike, sala 1981 vedigere navçeyên azadkirî yên Başûrê Kurdistanê û di şerên Bakurman, Şermen, Şoş, serê çiyayê Garê de beşdar bûye, di sala 198 beşdarî şerê mezin ê Mêrgesor, şerê Siyana Gerê, şerê Bamernê bûye, sala 1988 di desteya çardeh kesî ya hêza lijneya navçeya Akrê de bû ku di dema proseya Enfalê de li navçeyê maye, piştî sê mehan karîn xwe ji wê dorpêça leşkerî ya Artêşa Iraqê û kirêgirtî û caşan rizgar bikin.
Ligel destpêka proseya azadiya Îraqê û şerê yekem ê Kendavê ku bi Bahoza Çolê tê naskirin, vedigere navçeyê û beşdarî serhildana navçeya Akrê dike û di şerên Akrê, Berdereş, Kanîlan, Dûberdan û nahiyeya Başîk de beşdar dibe, sala 1991 bûye berpirsiyarê rêxistinî û di hêza Meqlûb de ku Ebdullah Qado amîr hêz bû, dibe amîr betalyon, sala 1996 di nîveka şerê navxweyî yê Yekîtiyê li dijî Partiyê (1994- 1998) bûye berpirsiyarê beşa eskerî (serbazî) ya lijneya navçeya Akrê, sala 1997 bûye berpirsiyarê endamê beşa eskerî ya lîqa neh a Partiyê, di sala 2002 de û bi fermana Serok Barzanî hatiye kirin endamê dezgeha bilind a Eylûlê li parêzgeha Dihokê, sala 2004 ligel damezrandina dezgeha Eylûlê li Akrê bûye cîgirê berpirsiyarê wê dezgehê, di dirêjahiya temenê xwe de pênc caran birîndar bûye, di Kongreya çardehê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê di 3ê meha sermawezê ya 2022 li bajarê Dihokê ji ber wê xizmet û xebata ku di rêya rizgariya Kurd û Kurdistanê û rêbaza pîroz a Barzanî de pêk anîbû, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî bi bexşîna medalyaya Barzanî hate xelatkirin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





