Hememurad Baqî Emîn sala 1939an li şaredêya Tewêleyê ser bi nahiyeya Biyareyê ya devera Hewramanê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyarî û baxdariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye.
Sala 1966an bûye Pêşmerge li baregeha hêza Xebata Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ku di wê demê de Ebdulwehab Etruşî fermandeyê hêzê bûye û Hememurad Baqî yek ji bawerpêkiriyeên fermandeyê hêzê bûye, lewma her tim li nêzîkî wî erk dîtine, di şerê Çwarta de beşdarî kiriye û birîndar bûye, herwiha beşdarî di şerê Çwarqurne de kiriye û bo cara duyem bi giranî birîndar bûye.
Sala 1969an di rûbirûbûna serbazî ya rejîma wê demê ya Îraqê li qezaya Pêncwênê, şehîd bûne.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




