Husên Nejm Husên Mistefa nasnavê wî Şêx Husên e, di sala 1931ê de li gundê Balîsanê ji dayik bûye, nişteciyê gundê Şinawayê yê ser bi nahiyeya Herîrê bûye, asta wî ya xwendewariyê seretayî bûye, li polîsên Hewlêrê hatiye damezrandin û pileya nayib erîf wergirtiye, piştî neskoya sala 1975an awareyê welatê Îranê bûye û li bajarê Mehabadê niştecî bûye, di sala 1976an de vegeriyaye Kurdistanê, hevjîna Husên Nejm navê wê Kezî Xidir e û kurê wî navê wî Elî ye û keçên wî navê wan Fatime û Cîhan e.
XebatnameHusên Nejm Husên Mistefa di kêleka karê fermanberiyê wek polîs li nav bajarê Hewlêrê peywendî bi rêxistinên nihênî yên nav bajêr kiriye û wek kadirê şaneya nihênî li gel Mam Resûl Feqê bûye, di sala 1968an de di çalakiyekê de hatiye eşkerekirin û rasterast çûye çiyayê Sefînê û bûye Pêşmerge li batalyona sêyê ya Sefînê bi fermandariya Mam Resûl Feqê ser bi Hêza Sefînê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, di neskoya sala 1975an de awareyê welatê Îranê bûye, di sala 1976an de piştî derketina lêborîna giştî vegeriyaye Kurdistanê û dûr xistine bo nahiyeya Xeratê ya ser bi parêzgeha Nasiriye bo maweya salekê û paşê li bajarê Hewlêrê niştecî bûye, di destpêka Şoreşa Gulanê bûye kadirê beşa rêxistina Liqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û berpirsiyarê çend şaneyên nihênî bûye li nav bajarê Hewlêrê.
Di dîroka 12ê gulana 1981ê de çend nameyên Îdrîs Barzanî pê bûye bo encamdana civînê li gel yek ji şaneyan, li taxa Şoreş a bajarê Hewlêrê ji aliyê emniya Hewlêrê ve tê girtin û hemû name û rêberiyên pê re hatine girtin, vediguhêzin Qelaya Kerkûkê û li dadgeha leşkerî fermana sêdarekirinê jê re derketiye û vediguhêzin girtîgeha bajarê Mûsilê, di dîroka 11ê çiriya pêşîn a 1981ê de li girtîgeha bajarê Mûsilê Husên Nejm hatiye sêdarekirin û Şehîd bûye û yek ji wan Şehîdan e ku gora wî ne diyar e.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





