Sala 1959 peywendî bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye, ji bilî Kongreya Yekem beşdarî di hemû kongreyên partiyê de kiriye, di sala 1967an de bûye fermandeyê batalyonê, sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê (1961- 1975) awareyê welatê Îranê bûye, di sala 1979an de bi şêweyê mefrezeyan vegeriyaye navçeya Şeqlawe, piştî raperîna sala 1991ê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê, di 16ê tebaxa 1993an de madalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.
Resûl Feqê Xoşnav sala 1932 li gundê (Gerûtê) li qezaya Şeqlawe ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, bi rêya xwendina Qurana pîroz û hucreya feqîtiyê fêrî xwendin û nivîsînê bûye. Sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê, awareyê welatê Îranê bûye û çûye bajarê Neqede li Rojhilatê Kurdistanê û dûre çûye bajarê Kerec, heta rûxana rejîma şahînetî li wir maye. Sala 1991ê piştî raperîna cemawerê Başûrê Kurdistanê vegeriyaye Kurdistanê, di rêkefta 1ê kanûna duyem a sala 2022an de koça dawî kiriye.
Sala 1959 peywendî bi rêkxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye, bûye endamê lîjneya navçeya Şeqlawe, sala 1962an gava Barzanî ji Badînanê hat bo Soranê, peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê re kiriye, Resûl Feqê ji nêzîk ve li gel Barzanî bûye û li gorî gotinên xwe heta sala 1967an pileya fermandeyê batalyona sêyem a hêza Sefîn, li sînorê hêza Sefîn bi fermandeyiya muqedem Ezîz Akreyî wergirtiye. Piştî rêkeftina 11ê adara 1970yî û yekxistina her du hêzên Sefîn, erka cîgirê fermandeyê batalyonê jê re hatiye spartin, sala 1974an hatiye kirin fermandeyê hêza Sefîn.
Sala 1979an piştî rûxana rejîma şahînetî li Îranê, vegeriyaye bo Rajan û peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê re kiriye û çend mefrezeyek pêk aniye û bi şêweyê gerok vegeriyaye devera Badînanê û ji wir ve çûye devera Şeqlawe, sala 1986an vegeriyaye bo baregeha Mekteba Siyasî, sala 1987an li gel serok Mesûd Barzanî çûye bo devera Badînanê û bo dema sal û nîvekê li wir bûye.
Sala 1988an piştî Enfal û kîmyabaran kirina navçeya Balîsan û Şêx Wesan, vegeriyaye bo gundê Rajan li Rojhilatê Kurdistanê û heta sala 1991ê li wir bûye, di raperîna Başûrê Kurdistanê de beşdar bûye, sala 1994an hatiye kirin fermandeyê hêza Korêk û li Pirmam hatiye cîgirkirin û berpirsiyariya navçeya Ziyaret û Pirmamê jê re spartine, piştî damezrandina dezgeha Eylûlê, Resûl Feqê hatiye kirin cîgirê berpirsiyarê dezgehê.
Resûl Feqê di jiyana pêşmergatiyê de di çendîn şerên mezin ên wek, şerê çiyayê Sefîn, çiyayê Makok, Werew, Nawawe, çiyayê Şîşan û çiyayê Korêk beşdar bûye, herwiha ji bilî Kongreya Yekem di hemû kongreyên partiyê de beşdar bûye.
Di 16ê tebaxa 1993an de, bi sedema wan xizmetên ku pêşkêş kirine, ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve madalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.
Çavkanî:1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





